Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Herêma Cizîrê ji derçûna 264 xwendekaran şahiyek li Qamişlo li dar xist.
Desteya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, gelek sazî û malbatên xwendekaran beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mistefa Ferhan bixêrhatina beşdaran kir û wiha got:
“Em bi serkeftina we kêfxweşin ji ber kilîta pêşxistna civakan zanîn û zanist e.”
Mistefa Ferhan diyar kir ku armanca wan ew e ku bi perwerdeyê nifşeke pêşketî derkeve holê.
Hevserokê Meclisa Rêveberiya Herêma Cizîrê Telat Yûnis jî axivî û anî ziman ku ev serkeftin bi saya fedekariya şehîdan e.
Telat Yûnis ji xwendekaran xwest ku bi qasî berirsyariyê bin û li nifşa nû xwedî derkevin.
Perwerdeya bi zimanê dayikê azadî û nasname ye
Şêwirmenda Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dîlber Yûsif jî destnîşan kir ku wan ji bo perwerdekirinê şoreşek li dar xistin.
Şahî bi xelatkirina 17 xwendekarên ji 8 beşan bi dawî bûn.