Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Almanyayê çalakî lidarxistin.
Bi heman armance li Meksîkayê jî çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de peyama em ê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin hat dayîn.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çaresariya Siyasî” li bajarê Hannover ê Almanyayê çalakî lidarxistin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî dan û wiha gotin:
“Em ê xwedî li Rêber Apo û partiya xwe derkevin.
Em weke ciwanên Apoyî çi ji destê me were em ê bikin û pergala Îmraliyê ku cîhan li hemberî wê bêdeng e, hilweşînin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger herî dawî bang li ciwanan kir û got:
“Bila her kes bizane, em ê jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nekin.
Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên şoreşger dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin.”
Gelê Mayo: fikrê abdullah ocalan ji bo hemû gelan çareseriyeke gerdûniye
Nûnerên gelê Mayo yê bajarê Obregon ê eyaleta Sonora ya Meksîkayê jî ji bo azadiya Rêber Apo çalakî li dar xistin.
Nûnerên Mayo destnîşan kirin ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan çareseriyeke gerdûnî ye.
Di peyamên bi zimanê Mayo û Spanî de hat destnîşankirin ku divê tavilê Rêberê Abdullah Ocalan azad bibe û got:
“Abdullah Ocalan hîn jî di bin tecrîdeke giran de tê girtin, ev yek ji bo hemû mirovahiyê û gelan cihê şermezariyê ye.”
Tevî nûnerên Mayo, komek ji pêkhateyên xwecihî yên Amîlcîngo Morelos jî piştî semînera 2 saetan a li ser Konfederalîzma Demokratîk, peyama piştgiriyê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan weşandin.
Nûneran di peyamên xwe de diyar kirin ku ew li dijî projeyên mezin û li ser esasê parastina axê têdikoşin û daxwaziya azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.