Îro xelkê herêmê bi xeberek nexweş rabûn.
Basek ya ku piraniya wan xwendekarin li kamyonekê qelibî.
Di qezaya li ser rêya Qamişlo-Hesekê de, 4 kes mirin bêtirî 20 jî birîndar bûn.
Rewşa hinek birîndaran giran e.
Rêveberiya Trafîkê jî ji bo rojên mij û baran careke din ajokar hişyar kirin.
Li ser rêya Qamişlo-Hesekê qezayek mîna komkujiyê pêk hat.
Li xaçerêya Hitîn ya di navbera Qamişlo û Hesekê de qezayeke tirafîkê rûda.
Qeza seat derdora 7:00’ê pêk hat.
Basa ku piraniya rêwiyên xwe xwendekar bûn li kamyonekê qelibîn.
Di basê de 28 rêwî hebûn.
Di encama qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û bêtirî 20’an jî birîndar bûn.
Navê kesên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne:
- Mîlan Ednan Dirêê
- Lîrenda Mizefer Şebû
- Ferîd Ekrem Hisên
- Hanî Ehmed Hemze
Birîndar despêkê ji bo nexweşxaneya Hesekê hatin veguhestin.
Piştre yên birîna wan giran jibo nexweşxaneyên Qamişlo hatine veguhestin.
Tê gotin rewşa hinek birîndaran giran e.
Trafîk: Di rojên mij û rewşa hewayê nexweş de divê ajokar hişyar bin
Li gorî Tirafîkê sedema qeza rewşa hewayê ye, nexasim ku dinya mij bû.
https://youtu.be/-_CfkzsPCno?si=fMvSHDdNLxBIjko2



