Duh Çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Himsê êriş pêk anî.
Di encama êrişê de leşkerekî Şamê jî di nav de 6 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) derbarê mijarê de ev agahî dan :
Çeteyên DAIŞ’ê li başûrê rojhilatê devera Cib El Cerah a li nêzî gundê Cib Hebil ê rojhilatê Himsê êrişek pêk anî.
Di êriş de leşkerekî Şamê jî di nav de, 6 kesên ku kîvarek berhev dikirin, hatin kuştin.
SOHR diyar kir ku kuştî ji qebîleya Benî Xalid a eşîra Dirûbî ne.


