Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Hefteya Lehngiyê çalakiyên curbicur têne lidarxistin.
Li Kobanê, Tebqa û Minbic civîn hatin lidarxistin û semîner hatin dayîn.
Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî mûzexaneyek wêneyên şehîdan hate vekirin û hate gotin: “Li ser bingeha firkir û felsefeya Rêber Apo em ê xak xwe û destketiyên şehîdên xwe biparêzin.”
Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi semînerekê Fermandar Mehsûm Karkmaz bibîranîn.
Gelek ciwan, endamên saziyan û malbatên şehîdan tevlî semînerê bûn.
Li vir hate gotin:
“Ev heftî ji bo me hemûyan heftiya ronahî û berxwedanê ye.”
Piştre mûm hatin pêxistin û sinvizyonek hate pêşandan.
Hefteya Lehengiyê-Li Tebqa û Minbic merasîmên bîranînê hatin lidarxistin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî li goristana şehîdan merasîmek bîranînê lidarxist.
Li vir jî hate diyarkirin fîşeka ku ji çeka fermandar Egîd derket koletî bidawî kir û bû destpêka şoreşeke dîrokî.
Merasîm bi toraneke leşkerî bidawî bû.
Li Minbicê jî bi rasthatina Hefteya Lehengiyê şehîdên Minbicê hatin bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de, hate gotin:
” Wê têkoşîn û berxwedana li hember dagirkeran û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike.”
Dawiyê sivizyonek hate pêşandan.
Hefteya Lehengiyê-Mûzexaneyek wêneyên şehîdan li Şêx Meqsûdê hat vekirin
Ev der jî taxa Şêx Meqsûd ya Helebê ye.
Li vir bi boneya Hefteya Lehengiyê Meclisa Malbatên Şehîdan û YPG’ê mûzexaneya wêneyên şehîdan li baxçê 4 Nîsanê vekir.
Hate gotin:
“Em ê li ser rêka şehîdan bin û destketiyên wan biparêzin.”
Li kantona Cizîrê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî pêk hatin