Li kantona Cizîrê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî pêk hatin

Ne tenê li herêma firat, şehba û helebê lê belê li gelek deverên kantona Cizîrê Bi boneya Hefteya Lehngiyê çalakî pêk hatin.
Di çalakiyan de îşaret bi fedayîyên şehîdan hate kirin û soz hate dayîn ku rêya wan bê domandin.

Bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakiyên curbicur li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin.

Li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê bi vê armancê civînek hate lidarxistin.

Civîn bi beşdariya şêniyên taxê û malbatên şehîdan pêk hat.

Di civînê de hate gotin, siyasetên cudakirin û çewsandinê heta roja me ya îro dewam dikin.

Bi derketin û belavbûna fikrên Rêber Apo re gelek tişt guherîn.”

Li navçeya Holê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê semînerek da.

Bal hate kişandin ser qeheremaniya şehîd Mezlûm û Egîd a li hemberî dijmin û ev yek hate gotin:

“Bi saya vê qehremaniyê û qehremaniya bi hezaran şehîd, me gelek destkeftî bidestxistine.”

Piştre sivizyonek li ser berxwedana zindanan hate pêşandan.

PYD’a Qamişloyê jî bi heman armacê merasîmên bîranînê li dar xist.

Beşdarên merasîmê teqez kirin ku ew ê li ser rêya şehîdan bimeşin û xaka xwe biparêzin.

Şehîd Egîd û tevahî şehîdên azadiyê li Tirbespiyê jî hatin bibîranîn.

li vir jî hat ziman:

“Berxwedana girtiyên zindana Amedê ji Mezlûm Dogan bigre heta bi berxwedana Masûm Qurqmaz hat vê kêliyê dewam e.”

Dawiyê sivizyonek derbarê Hefteya Lehengiyê de hat pêşandan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê jî semînerek derbarê rojê de da.

Endamê meclisê Elî Mihemed diyar kir ku bi hezaran keç û xortên Kurdan di oxira parastina xaka xwe de alên têkoşîn û berxwedanê rakirin û xwe feda kirin.

Li navçeyên Çilaxa, Til Hemîs û Til Koçerê jî semîner hatin dayîn û ev yek hate gotin:

“Ji bo xwedîderketina li vê ked û berxwedanê, divê em hevgirtina xwe li hember dijminan xurt bikin.”

Li Şehbayê fermandar Egîd û şehîdên Hefteya Lehengiyê hate bi bîr anîn

Back to top button