Navenda ragahandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragahand ku şervanên wan 3 êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Minbicê têk birine.
Di êrîşê de kuştî û birîndarên çeteyan hene.
Di heman demê de dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbicê bi dijwarî topbaran dike.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê berdewam dike.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şevê din saet 11.00’an êrişî gundê Cerad ê kantona Minbicê kir.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişê da û şer derket.
Şer derdora 15 deqeyan dewam kir. Di encamê de êrişa çeteyan hat têkbirin.
Saet 02.10’an vê carê çeteyan hewl da bikevin gundê Ereb Hesen ê Minbicê.
Li ser bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şer derket ku derdora 20 deqeyan dewam kir.
Di encama şer de çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Her wiha çeteyan hewl da bikevin gundên Ewn Dadat û Toxara Mezin.
Şervanên Meclisa Leşkerî bersiva da û hewldana çeteyan têk bir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Minbicê topbaran kir
Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên kantona Minbice topbaran kir.
Navenda Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser topbaranên dewleta Tirk ev agahî da:
“Di topbaranê de her yek ji gundên Eûn El-Dadat bi 8 topên hawan,
El-Dendaniye 13 gule hawan û Um Celûd 10 guleyên hawanê hatin topbarankirin.
Bi gîştî 32 topên hawan, obîs û çekên giran hatin avêtin.
Topbaran kirina gundên minbicê hê jî didome.”
Hêjayî gotinê ye ku gundên kantona Minbicê yên ser bi eniyên şer hema hema rojane rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker tên.
Til Rifat-Di êrişa artêşa Tirk de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn



