Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî biyrara efûya giştî bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin.
Piştî biryar ket meryetê, şêx û rûspiyên Kurd û Ereb bi Fermandarê Giştî yên QSD’ê Mezlûm Ebdî û Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn re civiyan.
Şêx û rûspiyan biryar bi êrênî pêşwazî kirin.
Aliyan biryarên civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyê nîqaş kirin.
Şêx û rûspiyên Kurd û Ereb û nûnerên pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bifermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, re civiya.
Di civînê de biryara efûyê ya ku Rêveberiya Xweser vê dawiyê derxistiye, derxistina koçberên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kampa Holê,
her wiha û mekanîzmaya pêkanîna biryarên civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyê nîqaş kirin.
Beriya vê jî di 25 Gulanê de Civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyê li Hesekê li dar ketibû.
Di civînê de biryarên civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyê nîqaş kirin û di encamê de ev biryar derktin.
- Bi aştî û diyalogan em dikarin têkiliyên baş bi gelên herêmê û welatên wan re ava bikin.
- Em nîjadperestiya li ser esasê neteweyî, olî û zayendperestiyê red dikin.
- Sûriye welatekî yekbûyî yê nenavendî ye, têra hemû pêkhateyên wê dike.
- Li gorî derfetên li ber dest û li gorî pêwîstiyan xizmetên jiyanî yên rojane werin pêşxistin.
- Girîngî bi qada çandinî, berhemên sewalan û beşên din were dayîn.
- Mijara koçberên li kampan û komên din ên ku dixwazin vegerin warê xwe, li ber çavan were girtin.
- Bi hemû rêbaz û derfetan li dijî madeyên narkotîk ku li ser siberoja gelê Sûriyê xetereyê çêdikin, têkoşîn.”



