Balyoza Emerîkayê ya li Iraqê Alîna Romanowski ragihand ku ji destpêka şerê DAIŞ’ê ve, ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê nêzîkî 3.6 milyar dolar ji bo Iraqê wek alîkarî hatiye dayîn û got: “Wê alîkariya ji bo Iraqê berdewam be.”
Balyoza Emerîkayê ya li Iraqê Alîna Romanowski li medya dijîtal ya X’ê ragihand ku ji destpêka şerê DAIŞ’ê ve, ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê nêzîkî 3.6 milyar dolar ji bo Iraqê wek alîkarî hatiye dayîn.
Alîna Romanowski her wiha tekezî kir ku wê alîkariya ji bo Iraqê berdewam bike.
Her wiha Balyoza Emerîkayê ya li Iraqê destnîşan kir ku hemahengiya Emerîkayê, Iraq û rêxistinên wan ya ji bo dabînkirina pêdawîstiyên mirovî ji bo koçberên navxweyî yên Iraqê berdewame.
Hêjayî gotinêye ku di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî gelek deverên Iraqê kir û dagir kir.
Di vê êrişê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî koçberî navxweya Iraqê û Başûrê Kurdistanê bûn.
Heta niha jî beşek ji wan koçberan di nav kampên koçberên li Herêma Kurdistanê de cih digirin û venegeriyane ser cih û warên xwe.
Her wiha li gel vê jî piştî şkandina metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmên Iraqê, hikûmeta Sudanî biryar da ku dema karkirina hêzên Hevpeyman û Emerîkayê li nav Iraqê bi dawî bûye.
Li ser vê xebat li ser diyarkirina dema vekişîna hêzên Hevpeyman ji nav Iraqê destpêkirin.
Nêzî heftiyekê ye, şandeyek bilind ya ewlekariyê bi serokatiya Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebas ji bo guftugokirina vekişîna hêzên Hevpeyman yên nav Iraqê, li Washingtonêye.
Her du di civînan de tekezî li ser hevkariya ewlehiyê ya hevbeş kirin.
Biryare piştî bidawîbûna karên lijneya hevbeş daxuyaniyek di derbarê hebûna hêzên Hevpeyman ya li Iraqê de were dayîn.



