Senatorê Fransî Pascal Savoldellî yê ku ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re bike serî li Wezareta Edaletê ya Tirk dabû diyar kir ku ew li benda bersivekê ye û got;
“Ez ji helwesta dewleta Tirk a li hemberî Abdullah Ocalan bi hêrs im.
Ez ji hevdîtinê re amade me.
Wekî senatorê Komara Fransa ez li benda bersivekê me.
Ji Rêber Apo 41 meh in tu agahî nayê girtin.
Ji ber rewşa mutleq a tecrîdê, mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re hatine desteserkirin.
Dewleta Tirk ji bo di qada navneteweyî de bêhiqûqiya xwe veşêre xwe dispêre cezayên dîsîplînê û qedexeya parêzeran.
Senatorê Fransî Pascal Savoldellî herî dawî ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re bike serî li Wezareta Edalete ya Tirkiyeyê dabû.
Senator Pascal Savoldellî pirsên ANF’ê yên li ser serlêdana wî ya li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê û tecrîda li Îmraliyê bersivand.
Pascal Savoldellî: Abdullah Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye, divê di girtîgehê de nemîne
Senetorê Fransî li ser pirsa armanca we ya sereke di vê serîlêdanê de çi bû? wiha bersivand:
“Beriya her tiştî daxwaza min a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazeke însanî ye.
Rewşa tenduristiya wî çawa ye? Agahiya me jê tineye.
Ji ber vê yekê daxwaza min a hevdîtinê beriya her tiştî însiyatîfeke însanî ye. Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne.”
Pascal Savoldellî: Ez ji helwesta dewleta Tirk a li hemberî Abdullah Ocalan bi hêrs im
Pascal diyar kir ku ev li hemberî helwesta dewleta Tirk bi hêrsê û got:
“Ez ji helwesta dewleta Tirk a li hemberî Abdullah Ocalan bi hêrs im.
Ji ber vê yekê ez dixwazim malbat, parêzer û weke nûnerê hilbijartî em bên agahdarkirin.
Divê em rewşa wî ya tenduristiyê, şert û mercên ku ew tê de tê girtin, em zanibin.
Ez ji hevdîtinê re amade me.”
Pascal Savoldellî: Peymanên navneteweyî tên binpêkirin
Savoldellî li ser binpêkirinên peymanên navneteweyî jî ev tişt anî ziman:
“Komara Tirkiyeyê bi îmzekirina peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên medenî û siyasî yên girtiyan divê hurmetê nîşanî van rêgezan bide.
CPT û KE jî ku ji parastina peymanên navneteweyî berpirsyar in, li pêşberî vê rewşê bêdeng dimînin.”
Pascal Savoldellî: Li benda bersiva Wezareta Edaletê ya Tirkiyê me
Senatorê Fransî Pascal Savoldellî diyar kir ku ev li benda bersiva Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê ye û wiha bi dawî kir:
“Wekî senatorê Komara Fransa ez li benda bersivekê me.
Nedayîna bersivê pirsgirêkek e.
Bersiva wê çi dibe bila bibe, divê ez vê bersivê bigirim. Nedayîna bersivê dê bibe beşek ji feraseta domdar.
Ev tê wateya nebûna diyalogê. Divê Abdullah Ocalan azad bibe, Ma dewleta Tirk çima ewqas ditirse”
Profesorekî Zanîngeha Otonom a Barcelonayê tecrîda li ser Ocalan nirxand



