Dewleta Tirk a qirker ku hewil dide tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike rojane li dijî herêmê êrişan pêk tîne.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dan û gotin:
“Tevgera piştgiriya xwe ji gel digire wê tu carî têk neçe.”
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bo êrîşên Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê axivîn.
Welatiya bi navê Rûlyana Mihemed diyar kir ku PDK’ê bi piştgiriya xwe ya bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re şaştiya herî mezine.
Rûlyan li ser planan PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker jî diyar kir ku herdû alî bi êrişên xwe di qirkirin û koçberkirina Kurdan de hevkar in.
Mihemed Elî Hesen jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ‘şerê terorê’ û parastina sînorê xwe Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, niha jî bi heman hincetê dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Emîna Mihemed jî destnîşan kir ku berxwedana gerîla ya li dijî hêzên dijber û xayînan dê bi serketinê tacîdar bibe.



