Li Ingilîstanê di rojên dawî de êrîşên rastgirên tund ên li dijî koçberan zêde bûn.
Li bajarên cuda yên Îngîlîstanê nêzî 100 kes hatin binçavkirin.
Her wiha komeke qelebalix a rastgirên tund hewl dan ku otêlek ku penaber lê diman bişewitînin.
Li bajarokê Southport ê li bakurê rojavayê Îngilistanê, êrîşkarekî 3 zarokên keç qetil kirin.
Rastgirên tund têkildarî netew û olê êrîşkar li ser torên dîjîtal, daxuyanî belav kirin û piştre xwepêşandan destpê kirin.
Li ser torên dîjîtal bi lez gotin belav bûn ku êrîşkar misilman e.
Ji wê demê û vir ve darazekî li Liverpoolê navê êrîşkar eşkere kir, lê ew kes ne koçber ne jî Misilman e.
Hat nirxandin ku daxuyaniya hatî kirin hewldaneke ji bo sekinandina bûyeran e. Lê belê, bi kêr nehat.
Di rojên dawî de carna mizgeft yan jî cihên ku koçber lê bi cih bûne, hatin hedefgirtin.
Zêdeyî 90 kes hatin binçavkirin
Roja Şemiyê xwepêşandan li dehan bajar û bajarokan hatin lidarxistin.
Liverpool, Hull, Belfast û Leeds ê bajarên Îngîlîstanê jî di nav de, li gelek cihan pevçûn qewimîn.
Di dîmenên li ser torên dîjîtal belav bûne de, bi eşkere tê dîtin ku çalakger girêdayî rastgirê tund in û hetta bi hin kesan re sembolên Nazî jî tên dîtin.
Di xwepêşandanên bi dirûşmeya “Êdî bes e” hatine lidarxistin, dirûşmeyên dijberê koçber û îslamfobîk hatin berzkirin û alên Îngîlîz li ba kirin.
Hat ragihandin ku zêdeyî 90 kes hatin binçavkirin.
Rastgirên tund hewl dan otelê ku penaber lê diman bişewitînin
Her wiha komeke qelebalix a rastgirên tund hewl dan ku otêlek ku penaber lê diman bişewitînin.
Nêzîkî 700 kes roja Yekşemê li derveyî Holiday Inn Express a li Rotherdam kom bûn.
Çalakgerên ku hin ji wan bi maske bûn, bi polîsan re pevçûn.
Hat dîtin ku hin xwepêşander perçeyên dar, şûşe û kursî avêtin ser polîsan.
Di demekê de polîsan bi agir vemirandin.
Polîsê South Yorkshire diyar kir ku herî kêm 10 polîs birîndar bûne, yek ji wan bi birîndarî ji ser hişê xwe çûye.
Xwepêşanderan piştre hewl dan bikevin otêlê. Hat ragihandin ku di hundirê otêlê de şewat derket.
Îro li Londonê civîneke asayîşê ya di asta bilind de were lidarxistin û tê de dê li ser kiryaran gotûbêj bên kirin.



