Serokê Ukraynayê Volodomir Zelenski ragihand ku welatê wî yekem balafirên şer ên F-16 yên Amerîkî wergirtine.
Zelenski derbarê hejmara balafirên ku gihiştine Ukraynayê agahi neda.
Li aliyê din Ukraynayê li Sevastopolê keştiya Rûsyayê ya bi navê “Rostov-on-Don” û pergala parastina hewayî S-400 xist.
Serokê Ukraynayê Volodomir Zelenski ragihand ku welatê wî yekem balafirên şer ên F-16 yên Amerîkî wergirtine.
Zelenskî ku roja Yekşemê beşdarî merasima li baregeheke hewayî ya ku navê wî nehat zanîn bû, got, “F-16 li Ukraynayê ne. Em bi ser ketin.”
Zelenskî, ku bi F-16 yên li her du aliyan rawestiyayî daxuyaniyek da, spasiya hevalbendên xwe kir.
Tê pêşbînîkirin ku F-16 alîkariyek mezin bidin Hêza Hewayî ya Ukraynayê, ku fîloya wê bi giranî ji balafirên Sovyetê pêk tê.
Tê çaverêkirin ku di mehên pêş de zêdetir F-16 radestî Ukraynayê bên kirin, lê Zelenski destnîşan kir ku hîna pîlotên wan ên perwerdekirî bi têra xwe tune ne.
Zelenski derbarê hejmara balafirên ku gihiştine Ukraynayê agahi neda.
Zelenskî ku di axaftina xwe de bi taybetî spasiya Danîmarka, Hollanda û DYA’yê kir.
Ukrayna li Sivastopolê keştiyeke Rûsyayê xist
Li aliyê din Ukraynayê li Sevastopolê keştiya Rûsyayê ya bi navê “Rostov-on-Don” û pergala parastina hewayî S-400 xist.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat gotin:
“Li bendera Sîvastopolê keştiya binê deryayê ya bi navê Rostov-on-Don a Fîloya Behra Reş a Rûsyayê bi awayekî serkeftî hat xistin.
Ji ber lêdanê keştî li cihê bûyerê binav bû.”
Her wiha hat ragihandin ku pergala moşekî ya S-400 jî li Kirimê hatiye xistin.
“Rostov-on-Don” di 26’ê Kanûna 2014’ê de hate xebitandin.
Keştî di encama êrîşa mûşekî ya Ukraynayê ya di 13’ê Îlona 2023’yan de gelek zirar dîtibû.
Keştiya binê avê li bendera Sevastopolê hat tamîrkirin û ceribandin.
Mesrefa keştiya binê avê 300 milyon dolar e.



