Berî demek kurt şandeyek ji rêxistinên jinan ên Bakurê serdana rêxistinên jinan ên Bakurê Kurdistanê kirin.
Parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran di nav şandeyê de bû.
Ayşe Acar eşkere kir ku di nava tevahî serdan û civînên wan de tecrîda li dijî Rêber Apo û pêngava ji bo azadiyê, xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya di pêşengiya jinan de rojevên wan yên seke bûne.
Di navbera 25-31’ê Tirmehê de şendeyek ku ji Parlamenterên DEM Partî’yê Newroz Uysal Aslan, Gulcan Kaçmaz Sayigit, Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Başûrê Kurdistanê kirin.
Pirsgirêkên Tirkiyê, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî, têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin.
Ayşe Acar Başaran balkişande ser tecrîda li dijî Rêber Apo û got:
Tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan minakên wê dîrokê de jî ne hatine dîtin. 25 sal in dibin tecrîdeke sîstematîk tê girtin. Ji cîhana derve hatiye îzolekirin.
Ayşe Acar Başaran: Di vê pêvajoya de ku peymanên sed salî tên nûkirin
Ayşe Acar teqez kir ku êrîşên li dijî Rojava û êrîşên li dijî siyaset û civaka demokratîk a li Tirkiyê ji hev cuda nayên meşandin û ev yek bû rojeva sereke ya serdana wan û wiha domand:
“Di vê pêvajoyê de peymanên sed salî tên nûkirin.
Tirkiye dixwaze van êrîşan mayînde bike, nebûna helwestek hevpar a di vê mijarê de hem cihê rexne û hem jî xwe-rexnekirinê ye.
Tirkiye sûcê şer dike û bi sedan gund hatine valakirin.
Di vê mijarê de bêdengiya hêzên navneteweyî nayê qebûlkirin.
“Têkoşîna azadiya jinên Kurd di têkoşîna jinê de xwedî ezmûn e”
Ayşe daxuyakirin ku di serdanê de derketiye holê ku ne tenê di nava partiyan de di nava gel de jî pêwistî bi hevgirtin û hevkariyek xurt a demokratîk heye û ji her kesê daxwaz kir ku li dijî êrişan bibin xwedî helwest û daxwazên xwe bînin ziman.
Ayşe Acar diyar kir zêdebûna polîtîkayên şerê taybet, tundiya li dijî jinan, kriza aborî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û got:
Nêzîkatiya herî bingehîn a jinan di vê mijarê de lezkirina xebatên yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd e.
Hemû çalakiyên bi pêşengiya jinan tênkirin, me ber bi destkeftiyên bingehîn ve dibe.
Têkoşîna azadiya jinên Kurd di têkoşîna jinê de xwedî ezmûn e.
Ayşe Acar Başaran ragihand pêwîstî pê heye ku xebatên dîplomatîk li tevahî Kurdistanê bi gelên cure bên xurtkirin.
Şandeya DEM Partî û TJA’yê serdana Yekîtiya Jinên kurdistanê kir



