Amerîka, Misir û Qeter hewl didin ji bo danûstandinan di 15’ê Tebaxê de bicivin.
Ji bo vê yekê lîderên her sê welatan bang li Îsraîl û Hemasê kirin da ku tevlî danûstandinan bibin.
Lîderên Amerîka, Misir û Qeterê bang li Îsraîl û Hamasê kir ku ji bo danûstandinan di 15’ê Tebaxê de bicivin da ku peymanek ji bo agirbesta li Xezzeyê û azadkirina dîlgirtiyan bi dawî bikin.
Sê welatên ku dixwazin navbeynkariya peymana agirbestê bikin, di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kirin ku dibe ku hevdîtin li Doha û Qahîreyê bên kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Peymana çarçoveyê niha li ser maseyê ye û tenê hûrgiliyên pêkanînê mane.
Her sê welatan bang li Îsraîl û Hemasê kirin ku di 15’ê Tebaxê de werin gel hev
Dem dema berdana dîl, destpêkirina agirbestê û pêkanîna vê peymanê ye.”
Lîderan her wiha “pêşniyara pira dawî” pêşkêş bikin ku dê pirsgirêkên mayî çareser bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu anî ziman ku muzakereyên Îsraîlî dê tevlî bangê bibin û armanca wan “bi dawîkirina hûrguliyan û pêkanîna peymana çarçoveyê ye.”
Daxuyaniya lîderên her sê welatan di çarçoveya hewlekê de ji bo destpêkirina gotûbêjên agirbestê hat di demekê de ku metirsiya li ser nakokiya berfireh a Îranê li heremê zêde dibe, piştî kuştina fermandar û lîderên Hemas û Hizbullahê.
Metirsiya êrîşên tund yê Îranê
Rayedarekî payebilind ê rêveberiya Amerîkayê ji Reutersê re da zanîn ku ew li bendê ne ku heta hefteya bê peyman were îmzakirin ji ber mijarên cidî yên wekî rêza danûstandinên di navbera Hemas û Îsraîlê de.
Rayedar da xuyakirin ku ji her du aliyên maseyê ketina tevgerê pêwîst in, ku daxuyaniya her sê lîderan ne ji bo bandorkirina Îranê hatiye kirin, lê her alozî dê hêviya lihevkirina Îsraîl û Hemasê bixe xeterê.
Nûnertiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragihand ku du xalên wan hene:
“A yekem dabînkirina agirbesteke hertimî li Xezeyê û vekişandina Îsraîlê ji vê herêmê ye.
Ya duyemîn jî ji ber kuştina Heniye cezakirina êrîşkaran e.”



