Piştî darvekirina welatiyê Kurd Riza Resayî li Îranê, polîsan êrîşî çalakiya girtiyên li Girtîgeha Evînê kirin. Hate zanîn ku di vê êrîşê de girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî bûye hedef û rastî îşkenceyê hatiye.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê sûcê darvekirnê dewam dike.
Berya demekê desthilata Îranê biryara darvekirin rojnemevana kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedê da.
Lê piştî demeke kurt ji biryarê di 6 Tebaxê de welatiyê Kurd Riza Resayî ê 35 salî ê ku di serhildana “Jin jiyan azadî” de hatibû girtin hat darvekirin.
Girtiyên siyasî li gelek girtîgehan li himberî darvekirin Reza nerazîbûn nîşan dan.
Girtiyên jin jî li Girtîgeha Evîn a Tehranê cezayê darvekirinê şermezar kirin û xwepêşandan kirin.
Yek ji wan jinan Werîşe Muradî bû.
Di 4’ê Tebaxê li Dadgeha 15’emîn Dadgeha Şoreşê ya li Îranê rûniştina doza Werîşe Muradî hatibû dîtin.
Lê ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî Werîşe beşdarî rûniştinê nebû û bi nameyekê parastina xwe ji jin û gel re nîşan da û got:
“Her çendî netevlîbûna min wek ‘naxwaze parastina xwe bike” were dîtin jî, ez ji bo biryara darvekirinê ya li dijî hevalên min Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî protesto bikim naçim dadgehê û dadgehek ku biryarek edilane nade nas nakim.”
Desthilata Îranê kîna redkirina werîşe ya ji biryarên dewletê dikşîne.
Ji ber wê di êrîşa 6’ê Tebaxê de girtiyên siyasî yên li girtîgehê eşkere kirin ku Polîsên Îranê êrîşî Werîşa Muradî kirin û îşkence lê kirin.
Piştî lêdana giran û îşkenceyê Werîşe di gelek cihên laşê xwe de birîn dar bû, lê destûr nehat dayîn ku biçe nexweşxaneyê.
Her wih girtiyan eşkere kirin ku efser Hadî Mihemedî fermana îşkenceya li girtîgehê da.
RJAK: Ji bo agahî ji Werîşe Mûradî bê girtin divê zext bên zêdekirin



