Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê 2 Dironê dewleta Tirk a dagirker li gundewarên rojavayê Minbicê xistin xwarê.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragahand ku li gundê Til Turîn ê rojavayê Minbicê li dijî 2 balafirên xwekuj ên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî serkeftî 2 Dron xistine xawrê.
Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundên Şera û Şêrewa kir
Her wiha Îro siharê çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundên xeta Şêra ya girêdayî kantona Efrînê kirin.
Li wir pevçûn di navbera Hêzên Rizgariya Efrîn û komên çeteyên dewleta Tirk de çêbû.
Di ancamê de çete reviyan û kuştî û birîndarê wan çêbûn.
Piştî bersivdayîna Hêzên Rizgariya Efrînê dewleta Tirk navçeya Şêrewa û Şera topbaran kir.
Dewleta Tirk 19 gundên Şêrewa û Şera topbaran kirin
Gundên ku di xeta Şêrewa hatine tobaran kirin wiha ne:
“Gundê Meyasê, Birciaqasê, Soxanekê, Bênê, Ziyaretê, Dêrjimêl, Qampa Şehba ev qamp li Kiştiharê ye, Tinib û Kiştihar e.
Her wiha gundên xeta Şêra jî Şêwarqa,Merenaz, Malikiyê, Elqamiyê, Til Rifat, Miniq, Eyn Deqnê, Bêlûniyê Topbaran dike.
Di encama Topbarana li ser Qampa Şehba a ku dikeve Şêrewa keçika bi navê Lîlav Elî Bekir ê Temenê xwe 15 saliyê birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker gndên Şêrawayê û Minbicê topbarankir



