Li Sûdanê ji ber baran û lehiyê ji meha Hezîranê vir ve hejmara miriyan derket 77 kesan.
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber sedema xisaran zêdeyî 73 hezar kesan bandor bûne û 14 hezar xanî bi temamî yan jî qismî hilweşiyane.
Heyva Sor a Sûdanê ragihand ku di 3 rojên dawî de li eyaleta Çemê Nîlê 34 kes mirin, 588 kes birîndar bûn, 24 hezar û 104 xanî bi temamî hilweşiyan û 8 hezar û 16 xanî jî qismî hilweşiyan.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya eyaleta Bakur de hat destnîşankirin ku di 3 rojên dawîn da li parêzgehê ji ber barana zêde û lehiyê 11 kes mirin û 86 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li eyaletê 2 hezar û 385 malbat ji ber bobelatê mexdûr mane û hat parvekirin ku 2 hezar û 488 xanî qismî wêran bûne û 346 xanî jî bi temamî hilweşiyane.
Li welêt ji meha hezîranê vir ve ji ber barana zêde û lehiyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 77’an.
Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ya li Sûdanê da hat diyarkirin ku ji ber sedema xisaran zêdeyî 73 hezar kesan bandor bûne û 14 hezar xanî bi temamî yan jî qismî hilweşiyane.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 18 eyaletên Sûdanê li 11 eyaletan lehî bi bandor bû û ji ber lehiyê 21 hezar û 370 kes ji cih û warên xwe bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê di 5’ê tebaxê de ragihandibû ku ji hezîranê vir va li 7 eyaletên welêt ji ber baran û lehiyê 32 kes mirin û 107 kes jî birîndar bûn.
Her sal ji 100’î zêdetir kes dimirin û bi deh hezaran xanî, kargeh û zeviyên çandiniyê di encama lehî û sermayê de di dema barana navbera Tîrmeh û Cotmehê de li welat zirarê dibînin.



