Komên çekdar ên hikûmeta Şamê beriya 2 rojan bi topan êrişî gundên Dêra Zorê kiribûn.
Di en encamê de 13 welatî şehîd, 5 jî birîndar bibûn.
Li Kantonên herêmê hem bi meş û meh bi daxuyaniyan komkujî hate şermezarkirin.
Beşdaran banga darzandina sûcdaran kirin.
Bi dirûşmeyên hilweşe rêjîma Esed hêrsa xwe nîşan didin.
Xelkên Dêra Zorê komkujiya gundê Dehle bi meşekê şermezarkirin.
Beşdaran piştgiriya xwe bi QSD’ê nîşan dan û banga hisabpirsînê ji sûcdaran kirin.
Li Heman kantonê şaredariyên bajarokê Hecîn, Giranîc û Keşkiyê bi daxuyaniyên cûda ev komkujî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de beşdaran pişgirtiyan xwe bi QSD’ê re nîşan dan û tekez kirin ku wê bi hev re planên dagirkeran têk bibin.
Şêniyên bajarokên şedadê, Erîşa, Mergeda, Ebû Fas û Ebdan jî bi meşekê êriş red kirin.
Li Kobanê meşek hat li darxistin.
Beşdaran eşkere kirin ku gelên herêmê bi hevgirtin û Yekîtiya xwe wê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.
Di nav de, PYD’ê 9 partiyên siyasî li kantona Reqayê daxuyaniyek hevbeş dan.
Hate diyarkirin ku êriş û komkujiyên li Dêra Zorê sûcekî dermirovî û sûcên şer in ku di qanûnên naveteweyî de têne red-kirin.
Partiyan gotin, hikumeta Şamê berpirsê komkujiyê ye û destnîşankirin rawestandina tundiya li Sûriyeyê bi rêya diyalogên navxweyî pêkan e.
Rûspiyên êlên kantona Minbicê jî daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir.
Rûspiyan diyar kirin ku wê eşîreyên herêmê li pêşiya hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bibin mertal.
Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbya li kantonên Reqa û Minbic derbarê mijarê daxuyaniyek hevbeş dan.
Aliyan ragihandin ku armanc ji êrişên li ser Dêra Zorê derxistina nakokiyan di navbera gelên herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Partiyên siyasî yên li Helebê jî têkildarî şewitandina xwezaya Efrînê û êrişên li dijî Dêra Zorê daxuyaniyek da.
Partiyan bang li aliyên peywendîdar kirin ku dawî li sûcên li dijî gelê Sûriyê tên kirin bînin.



