Sibe wê bi serokatiya Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên re şandeyek bilind ya ewlekariyê ya Iraqê serdana Tirkiyê bike.
Gorî agahiyan wê mijara ewlekariya di navbera herdu welatan de were gotubêjkirin.
Balkêşe ku ev serdana Iraqê di demekî de ye ku dewleta Tirk bi hezaran leşkerî axa Başûrê Kurdistanê bi awayekî eşkere dagir kiriye.
Di demekî de ku dewleta Tirk a dagirker beşeke mezin ji axa Başûrê Kurdistanê bi awayekî eşkere dagir kiriye de şandeyeke Iraqê li ser rêka Tirkiyê ye.
Tê payîn sibe bi serokatiya Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ê PDK’yî şandeyek bilind ya ewlekariyê ya Iraqê biçe Enqerê.
Gorî agahiyan di rojeva şandeya Iraq ya ji bo Tirkiyê de, wê mijara ewlekariya di navbera herdu welatan de were gotubêjkirin.
Ev jî di demekî de ye ku dewleta Tirk a dagirker ewlekariya Iraqê bi temamî binpêkiriye.
Bi vê serdanê de wê cara çaremîn be ku Tirkiye û Iraq li ser mijara ewlekariyê bi hev re dicivin.
Dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li ser axa Başûr berfireh dike
Herî dawî Serokomarê faşîst yê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan di 22’ê Nîsana 2024’an de serdana Iraqê kiribû û bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re gelek peymanên veşartî îmzekiribû.
Piştî serdana Erdogan dewleta Tirk a dagirker dest bi dagirkeriyek berfireh li ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê kir.
Dewleta Tirk bi hezaran leşker û alavên leşkerî sewqî Başûrê Kurdistanê kir, li nav axa Başûr bendên kontrolê danîn û nasname kontrol kir.
Her wiha ji ber dagirkeriya Tirkiyê gelek gund hatin valakirin û bi hezaran kes ji cih û warê xwe bûn.



