Li Kantona Dêra Zorê piştî 7 rojên derbasbûyî yên aloziya ji ber êrişên leşker û çekdarên hikumeta Şamê derketî, rewş asayî dibe.
Lê ziyanên ji ber êrişan rewşa jiyanî zehmet kiriye.
Ji ber êrişa li ser stasyona avê a Ebû Hemamê ku ji xizmetê derketî, niha 2 hezar cotkar bê av in.
Welatiyekî ku hemû malbata wî ji ber êrişan birîndar bûne got,
Pirsa hûn çi ji me dixwazin ji hikumeta Şamê kir.
Di 7 rojên derbasbûyî yên li ser Dêra Zorê de, ziyanên canî û madî pêk hatin.
Di êrişên çekdarên Dîfa El-Wetenî û hêzên hikumeta Şamê de, 14 sivîl şehîd û 27 jî birîndar bûn.
Yek ji mexdûrên êrişê Xîtam El Ayş e.
Di roja yekem a êrişa li ser Ebû Hemamê de, hemû endamên malbata wî birîndar bûn.
Xîtamê behsa roja topbaranê kir û got:
“Em di xew de bûn.
Em li ser dengê topa li mala me ketî, şiyar bûn.
Dapîra min û zarokeke min û ya birayê hevjînê min bi giranî birîndar bûn.
Xîtamê xwest ku êriş bi dawî bibin û got:
“Bajar ewle ye, çi ji me dixwazin?
Bê rehem, me topbaran dikin.
Gelo ew qas şer û wêranî ne bes e?
Heta kengî dê li Sûriyeyê wisa xwîn birije?
Em aştiyê dixwazin. Em şer û tirsê naxwazin.
Wê kengî ev bi dawî bibe?”
Li Dêra Zorê hêdî hêdî xelkên ku ji ber êrişan ji malê xwe derketin vedigerin
Li aliyekî din sivîlên ji ber êrişa hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ji malên xwe koçber bûbûn, vedigerin cihên xwe.
Di vî dîmenî de vegera xelkên taxa El-Miwih yê Ebû Kemalê xûya dike.
Çend gund û bajarokên din yên Dêra Zorê jî xelkên wê li vegeriyan.
Ji ber êrişên çekarên hikumeta Şamê 12 hezar zevî li Ebû Hemamê bê av in
Di êrişa 12’ê Tebaxê ya leşkerên Hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser “Kooperatîfa El Rawiye” ya bajarokê Ebû Hemam de ziyanên madî pêk hat.
Stasyona avê ya kooperatîfê av ji bo 12 hezar donim zevî yên herêmê ya 17 kîlometre digre nava xwe peyda dikir.
Di encama topbaranê de, jeneratora stasyonê ji xizmetê derket û stasyon rawestiya.
Niha 2 hezar cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin.
Lewra ev wê bandorê li jêdera qûta şêniyan û xwediyên sewalan bike.
Eşîra Igêdat: Li hember êrişên li dijî Dêra Zorê em ê bi QSD’ê re bin



