Bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê li herêmê çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de hate gotin: “Fîşeka yekem bû cejna vejînê ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest.”
Di çarçoveya çalakiyên ku bi boneya 15’ê Tebaxê de têne lidarxistin îro jî li herêmê rêzeçalakî pêk hatin.
Ofîsa Meclisa Çil Axa semînerek da û tê de Pêngava 15’ê Tebaxê şîrove kir.
Endamên meclisê û şêniyên navçeyê beşdarî semînerê bûn.
Hate gotin: “15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd xaleke dîrokî girîng bû, ji wê demê ve, hate famkirin ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa pêwîstî bi şerê çekdarî jî heye.”
Li Eyn Îsayê jî Meclisa Girê Spî bi koordîneya endamên HPC’ê semînerek derbarê 15’ê Tebaxê de da.
Hevserokê PYD’ê yê Girê Spî Sebirî Nibo got:
“Tiştên ku em niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin encamên vê pêngavê ne, divê gelê me xwedî li vê pêngavê derkeve.
Nibo da zanîn ku niha bi hezaran li ser vê rêyê dimeşin û ev bang li ciwanên herêmê kir:
“Divê gelê me û di serî ciwanên me bi vî ruhî li ber xwe bide û herêmê ji her cure êrişan biparêze.”
Meclisa Rêveber a Tebqayê jî bi heman armancê civînek ji gel re li dar xist.
Di civînê de Şêwermenda Meclisa Rêveber a Tebqayê Sozdar Mihemed axivî û got:
“Fîşeka yekem a ku ji çeke şehîd Egîd ve hate avêtin, bû vejînek û sal bi sal encamên wê mezintir dibin.”
Sozdar Mihemed da zanîn ku gelek dewletên desthilatdar niha hewl didin encamên vê pêngavê vala derxin û wiha anî ziman:
“Bi her awayî û bi hemî hêza xwe em ê di rûyê van deshilatdaran de bisekinin, ev pêngav wê her sal bi heman ruhî were pîrozkirin.
Her wiha li Minbicê jî civînek bi boneya rojê hate lidarxistin û salvegera 8’an a rizgarkirina Minbicê jî hate pîrozkirin.
Li Şêxmeqsûd bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê komcivînek hat lidarxisitn
Li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê komcivînek hat lidarxistin.
Komcivîn li hola Star layit ya bajêr bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê pêk hat.
Her wiha pêngava 15’ê Tebaxê li tevahî gelê Kurd hat pîrozkirin.
Komcivîn bi govend û dîlanan bi bdawî bû.



