Balafirên şer yên dewleta Tirk a qirker gundên navçeya Amêdiyê ya Dihokê bi dijwarî bombebaran kirin.
Dîmenên ku li herêmê hatiye bi zelalî nîşan dide ku artişa Tirk çawa êrişî malên welatiyan kiriye.
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkarî û piştgiriya PDK’ê êriş û dagirkeriyên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.
Bi vê re dagirkeriya Tirkiyê jîngeha Kurdistanê jî wêran dike.
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker îro careke din gundên Amêdiyê bombebaran kirin.
Di êrişê de balafiran raste rast xaniyên welatiyan kirin hedef.
Dîmenên ku li wir hatine jî bi zelalî nîşan didin ku artişa Tirkiyê êrişî malên welatiyan dike.
Gelê Başûrê Kurdistanê ku li hember dagirkeriya Tirkiyê bihêrsin dibêjin:
“Mîna pêvajoya Enfalê, êrişên dewleta Tirk a dagirker jî bi destên navxweyî pêk tên û armanc jî wêrankirina Kurdistanê ye.”
Tirkiyê Başûrê Kurditanê dagir kiriye hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bêdenge
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ji meha Hezîrana îsal ve dest bi êrişeke mezin ya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kiriye.
Di encama van êrişên dagirkeriyê de gelek gund, bax û daristan hatin wêran kirin.
Vê yekê jî kir ku welatî bi neçarîç ji cih û warê xwe koçber bibin.
Jixwe dagirkeriya Tirkiyê heta niha bi kûrahiya 40 kîlometreyan herêma Behdînan ya Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.
PDK’ê jî hemû alîkariya leşkerî û îstixbaratî daye van êrişên dewleta Tirk a faşîst.
Heta niha tevî gelek nerazîbûn û bangawaziyan jî hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê li hember êrişan bêdengin.



