Hêzên Asayîşê li başûrê Heseke operasyonek ewlehiyê da destpêkirin.
Di operasyonê de, 54 kes bi tewana dizî, kuştin û êrişan hatin girtin
Hêzên Asayîşê li gundên başûrê bajarê Hesekê operasyonek dest pê kir.
Operayon li dijî şaneyêm DAIŞ’ê û kesên têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re hene, pêk hat.
Hêzên YAT û endamên Asayîşê beşdarî operasyonê bûn.
Hêzên beşdar piştî amedekariyê berê xwe dan bajarokê Şedadê, Erîşa û gundên derdorê.
Di seatên berbangê de hêzên ewlehiyê mal bi mal geriyan.
Di operasyonê 54 kes hatin girtin
Di encama operasyonê de, li gorî agahiyan 54 kes hatin girtin.
Hat diyarkirin, kesên hatin girtin, bi tawanên dizî, êriş û kuştinan pêk hatin.
Her wiha li gel wan miqdarek çek, cebelxane û cilên leşkerî yên hêzên QSD’ê hatin dîtin.
Li gorî agahiyan van sûcdaran bi cilên leşkerî sûcên xwe pêk dianîn.
Xebatên lêgerîn ê li gundên derdorê didomin.



