Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Reqayê Ji bo pêşxistina nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê civînek li darxist.
Civîn bi durişmeya “Têgeha nasnameya neteweyî” pêk hat.
Siyasetmedar, çalakgerên siyasî û akademisyen, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û heta rêxistinên jinan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de pênasekirina rast a nasnameyê û nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê hate diyar kirin.
Beşdaran diyar kirin ku hikumeta Şamê, Tirkiye û çeteyên wê “nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê” ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin.
Her wiha Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser, behsa nasnameya pêkhate û rêyên çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê kirin.
Beşdaran di dawiyê de nerînên xwe wiha anîn ziman:
Gereke çanda tevlêbûna neteweyî di fêrkirin û ragihandinê de were xurtkitin.
Civînên berfireh di navbera partiyên siyasî de li ser têgeha nasnameya neteweyî ya giştî bên lidarxistin.



