Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî yên QSDˋê alaveke kolandinê ya dewleta Tirk li rojavayê pira Qereqozaqê ya başûrê Minbicê rûxand.
Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî yên QSDˋê li aliyê rojavayê pira Qereqozaqê ya başûrê Minbicê alava kolandinê (bagire) ku ji bo avakirina baregeheke nû ya dewleta Tirk a dagirker dihat bikaranîn, rûxand.



