Şervanê QSDˈê şehîd Birûsk Dêrik bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin.
Şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Birûsk Dêrik (Salih Îbrahîm) ku 28ˈê Kanûnê di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyê şehîd Birûsk ji Nexweşxaneya Dêrikê wergirt û bi karwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin, ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.
Karwanê cenaze dema gihaşt pakrewangehê bi dirûşmên “Şehîd namirin ” û “Bijî berxwedana Rojava” ji aliyê girseyeke mezin a şêniyan ve hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xedîce Omer axivî.
Xedîce di axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got, yekitî û tifaqa pêkhateyan mîsogeriya têkbirina planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e.
Xedîce berxwedana şervanên QSDˈê silav kir û banga mezinkirina berxwedanê kir.
Ji şervanên QSDˈê Seîd Koçer jî di axaftina xwe de îşaret bi berxwedana şervanan a li hemberî êrişên dagirkeriyê kir û got, dê li şopdarên rêya hevalên xwe yên şehîd berxwedanê bidomînin.
Ji aliyê endamên malbata şehîd Birûsk ve jî axaftin hatin kirin.
Hate gotin dê têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin heya hêviya gelê Sûriyê wê welatekî azad bi cih were û mafên gelên herêmê di siberoja Sûriyê de were mîsogerkirin.
Piştre wesîqeya şehîd Birsûk hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”,”Bijî QSD” û “Şehîd namirin” spart axê.



