Şênyên kantona Firatê cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmeme girseyî li goristana şehîdan spartin axê.
Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan dan.
Bi hezaran şêiyên kantona Firatê cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zana (Ebdurehman Mislim) û Zînal (Ehmed Beyrem) yê ku di 8`ê Kanûnê de di berxwedana Minbicê de şehîd bûne û şervana Yekîneyê Parastina Jin Yildiz Çiya (Dilvîn Mihemed) a 30ˈê Kanûnê li Pira Qereqozaqê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê, spartin axê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endama rêveberiya Meclisa Jinan a PYDˈê Bedîa Miho axivî û got
:”Vaye em rojane zarokên xwe dikin goristanê, vaye şervanên me xwe îsbat kirin, sekna gelê Kobanê ya ku di 2014ˈan de çawa bi ser ket, îro jî careke din bi ser ketin û dagirkerî têk birin.
Em ji 7 salî heta 70 salî li pişt şervanên xwe ne.”
Endamê Hêzên Antîteror (HAT) Mehmûd Welo jî diyar kir ku wan soz bi xwîna şehîdan daye, wê tu carî serî li hemberî dagirkeriyê netewînin û wiha got:
” Hevalên me canê xwe ji bo azadiya tevahî gelan kirin feda.
Çeteyên Erdogan wê neghêje hedefa xwe, ew dibêje em ê gelê Kurd tune bikin, lê bila baş bizanibe ku kî li vir e û kî li bendê ye, vir deşta Sirûcê Enbara mêran e.
Me li vir soza serkeftinê daye, me dil û canê xwe feda kiriye.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şedhîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi durişmên “şehîd namirin” spartin axê.



