Rapora 2019’an a zextên li ser HDP’ê 4567 HDP’î binçavkirin, 797 girtin û 33 qeyûm

Di sala 2019’an de hikumeta faşîst ya AKP’ê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê êrîş û operasyonên qirkirina siyasî zêde kir. Di nava salê de 4567 HDP’î hatin binçavkirin û ji van 797 ji wan hatin girtin. Her wiha 33 şaredariyan HDP jî hate dagirkirin û qeyûm hatin şandin.

Hikumeta faşîst ya AKP’ê ji bo derbê li partiyên muxalif yên Tirkiye bixe di sala 2019’an de zextên xwe yên li dijî HDP zêde kir.

Deshilatdariya faşîst a AKP’ê bi hemû hêza xwe êrîşî HDP’ê kir.

Bi bîlançoya salê re asta van êrîşan hin zêdetir derket holê.

Malpera BBC Tirkî jî têkildarî van zextên deshilata AKP’ê ya li dijî HDP’ê raporek amade kir.

Li gorî raporê,

Di encama operasyonên ku di sala 2019’an de li dijî HDP’yiyan pêk hatin, 4567 HDP’yî hatin binçavkirin û ji avan 797 kes hatin girtin.

Mehên ku herî zêde endamên HDP’ê hatin binçavkirin jî Adar, Tebax û Cotmeh bûn.

Di dema hilbijartina meha Adarê de jî, ji 683 HDP’yiyên ku hatin binçavkirin 102 ji wan hatin girtin.

Her wiha bi tayînkirina qeyuman ya li Amed, Wan û Mêrdînê ku di meha tebaxê de pêk hatin, hezar kes hatin binçavkirin û ji van 418 kes hatin girtin.

Heta 25’ê Kanûnê jî li 32 şaredariyên HDP qeyum hatin bicihkirin.

24 hevserokên şaredariyan jî bi hinceta sucên terorê hatin girtin.

Piştî 9’ê Cotmehê ku dewleta tirk a dagirker li dijî Rojava dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, HDP’ê bi awayekî eşkere weke dijberê xwe nîşan da.

Piştî êrîşên dagirkeriyê dest pê kirin, meclisên HDP’ê bi daxuyaniyan êrîş şermezar kirin.

Dewleta Tirk piştî van daxuyaniyan, bi êrîşên operasyona qirkirina siyasî 507 kes binçav kirin û ji van 114 kes hatin girtin.

Her wiha ji ber parvekirinên li ser hesabên xwe yên tora civakî jî derbarê 839 kesan de lêpirsîn hate despêkirin.

Leave a Reply

Back to top button