Doh Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo komxebatek li ser rolela jinên ciwan di avakirina Sûriyek demokratîk de li darxist.
Komxebat di bin dirûşma ”Bi têkoşîna Jinên Ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyek demokrat ava bikin” de hat li dar xistin.
Ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan jinên ciwan tevlî komxebatê bûn.
Li ser navê Kongra Star Şeraz Hemo axivî û got:
“Piştî hilweşandina rejîma Baas, hikûmeta demkî nikare pêşarojek ronî ji bo Sûriyê û taybet ji bo jin misoger bike.
Di bin navê îslamê de dixwazin civakek zayendperest bidin avakirin.”
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj jî bal kişand li ser rolela jinên ciwan di berxwedana Tişrînê de û got:
“Berxwedana Tişrînê bi rihê jinên ciwan bi hêz dibe.
Şervanên YPJ’ê li Bendava Tişrînê berxwedanek dîrokî didin meşandin.”
Di dawiyê de Jinên Ciwan nêrînên xwe ji bo kereseriya Sûriyê anîn ziman û gotin bêyî jina azad, civak azad nabe.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bu.



