Berxwedana Bendava şehîdan di roja 22’an de didome.
Gel li wir bi biryardarî berxwedana xwe didomîne û dîlana azadiyê digerine.
Di 8’ê Çileyê de, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina kehrebe û ava xwe kerwan bi du kerwan de berê xwe dide Bendava Berxwedaniyê Tişrînê.
Ji bo astengkirina rêya konvoyên gel yên ku berê xwe didan bendavê, dewleta Tirk a dagirker serî li her rêbazê dide.
Destpêkê bi balafirên şer, piştre jî bi balafirên bêmirov, obus û hawanan gel dike armanc.
Gel jî bi dirûşmeya “Em ji mirinê mezintirin” diherike ber bi bendavê.
Ji heft salî heta heftê salî, her kes diçe bendavê.
Doh jî karwana şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê yên kantona Cizîrê berê xwe dan bendavê.



