Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Eyn Îsa topbaran kir

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmê dewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xalidiyê û rawestgeha Sêgir a Eyn Îsayê topbaran kirin.

Îro di saetên nîvro de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xalidiyê û rawestgeha Sêgir a ku 3 km li rojavayê navçeya Eyn Îsayê dikeve, topbaran kirin.

Derbarê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Hemwextî topbaranê balafirên bê mirov ên dewleta tirk li ser kampa Eyn Îsayê digeriyan.

Di saetên piştî nîvro de jî balafirên şer ên artêşa tirk, li ser Eyn Îsayê
geriyan..

Duh balafirên bê mirov ên artêşa Tirk li ketina Eyn Îsayê êrîşî bendeke kontrolê kir. Di êrîşê de 2 kes birîndar bibûn.

Leave a Reply

Back to top button