Kongreya Star ya herêma Efrînê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li navçeya Ehdasê yê Şehbayê konê çalakiyê veda. Çalakî bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê û faşizmê têk bibin, netewa demokratîk misoger bikin” tê lidarxistin.
Çalakî li parka navçeya Ehdas a Şehbayê dest pê kir û tevî nûnerên sazî û dezgehên sivîl yên Rêveberiya Xweser, ji navçeya Ehdas, Fafîn û ji gundên Maratê, Til Qireh, Babînês, Til Şeîrê bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.
Li ser navê Kongreya Star a Efrînê Hesna Hesen axivî û destnîşankir ku dewletên navneteweyî li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bêdeng in.
Hesna Hesen diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêber Ocalan li ser piyan bin û têkoşîna xwe bidomînin.
Konê çalakiyê wê 3 rojan dewam bike.
Kesên ku tevli çalakiyê bûne diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêber Ocalan hebe ew ê di nava çalakiyan de bin.