Di salên 1915 û 1916’an de bi taybetî di 6’ê Gulana 1916’an de darvekirinên komî yên li Şam û Beyrûdê hatin kirin, şopên kûr li ser dîroka Sûriye û Lubnanê hişt.
Ev darvekirin bi destê dewleta Osmanî û bi zextên Cemal Paşa hat kirin ku di encamê de 21 rewşenbîr kir hedef, neteweperestiya Ereb sor kir û bû sedem ku ‘Roja Şehîdan’ bê afirandin.
Dewleta Osmanî dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an li herêmên cuda yên împaratoriyê bi tevgerên neteweperest re rû bi rû mabû.
Li wîlayetên Ereb bi taybetî li Sûriye, Lubnan û Fîlîstînê bi tevgera Nahda re hişyarbûneke çandî û siyasî destpê kiribû.
Lê belê sala 1908’an piştî ku Civata Îttîhat û Terakkî (ÎTC) bû desthilatdar, polîtîkayên ‘Tirkkirinê’ yên Osmaniyan acizî xiste nav Ereban.
Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn re 1914’an dewleta Osmanî li dijî Dewletên Îtîlafê (Îngilistan, Fransa, Rûsya) li kêleka Elmanyayê sekinî.
Zor û zehmetiyên aboriyê, xela û seferberiya şer rageşiya li wîlayetên Sûriyeyê zêde kir.
Heman demê hin rewşenbîrên Ereb li hemberî rêveberiya Osmanî civatên veşartî yên bi daxwaza reform an jî serxwebûnê ava kirin.
Rêxistinên weke El Fetat, El Ahd û Civata Reformê ya Lubnanê, hewl didan ji Osmanî xweseriyê yan jî bi piştgiriya Îngiliz/Fransayê serxwebûnê bi dest bixin.
Rêveçûna bûyerê: Darvekirinên 1915-1916
Sala 1915 ew dem bû ku Cemal Paşa polîtîkayên zextê yên li Sûriyê giran kir.
Her wiha di heman demê de ew sal bû ku Ermen û Suryan hatin Kuştin.
Di 21’ê Tebaxa 1915’an de li Qada Burc a li Beyrûdê darvekirina komî ya destpêkê pêk anî.
Piraniya wan Lubnanî 11 kes hatin darvekirin.
Nasnameya rewşenbîrên hatin kuştin
Di nava kesên hatin darvekirin de gelek entelektuel, kesayetên elît ên olî û siyasî yên Sûriye û Lubnanê hebûn.
Şukru el-Aselî Doktorekî ji Şamê bû, Abdulhamid el-Zehravî Alim, rojnamevanekî ji Şamê bû.
Refîk Rîzk Sallum nivîskar û rojnamevanekî Lubnanî bû, Emîr Arslan Lîder û nivîskarê Durzî yê Lubnanî.
Petro Paûlî Oldarê Marûnî yê Lubnanî û perwerdekar bû. Salîm el-Cezayirî Dîroknasekî Sûriyeyî, yek ji fîgurên girîng ên tevgera Nahda bû.
Abdulvehhab el-Îngilizî Bazirganekî ji Şamê, endamê El Fetatê bû. Cemal el-Hamali Parêzerekî ji Şamê bû.
Şefîk el-Mûayyad Siyasetmedarê ji Şamê û burokratê Osmanî bû.
6’ê Gulana 1916: Roja Şehîdan
Kêliya bilind a van polîtîkayên zordariyê di 6’ê Gulana 1916’an de bû ku li Qada Mercê ya li Şamê û Qada Burc a li Beyrûdê bi hevdemî darvekirin hate kirin.
Di vê demê de 21 kes hatin darvekirin û ev bûyer li Sûriye û Lubnanê weke ‘Roja Şehîdan’ hate bîranîn.
Ev darvekirin bi serkêşiya Fermandarê Artêşa 4’emîn a Osmanî û Waliyê Sûriyê Cemal Paşa ve bi sûcdariya ‘xayîntiya welêt’ û ‘cihêkariyê’ hate kirin.
Pêşengên tevgera hişyarbûna Ereb (Nahda) bûn hedef.



