Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Fabian Molina derbarê banga Rêber Apo de hinek nirxandin kirin .
Fabian Molina anî ziman ku Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo aştiya li tevahiya herêmê firsendeke dîrokî pêşkêş kir û got:
“Banga 27’ê Sibatê berpirsyariyê dide dewleta Tirk û civaka navneteweyî. Divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan.”
‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê her wiha li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî jî deng veda.
Parlamenterê Federal ê Swîsreyê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Swîsreyê Fabian Molina banga dîrokî ya Rêber Apo nirxand.
Parlamenter Fabian Molina anî zmian ku Rêber Apo li gel şert û mercên giran ên di nav de tê hiştin banga dîrokî kir û got:
” ji bo çareseriya demokatîk a pirsgirêka kurd firsendeke girîng pêşkêşî Tirkiyeyê kir , divê bersiv ji vê banga dîrokî re bê dayin.”
Bi gotina wî şert û mercên ku Rêber Apo tê re derbas dine ji aliyê hin saziyên navneteweyî ve hate bilêvkirin.
Ji ber vê yekê ez dixwazim ku Birêz Ocalan tavilê bê berdan.
Parlamenterê Swîsreyê diyar kir ku li gel demek di ser banga Rêber Apo re derbas bûye hîn jî Dewleta Tirk gav neavêtiye:
Meseleya Kurd pirsgirêkeke hîn nehatiye çareserkirin e ku bû sedema êşên giran û gelek qurbaniyan.
Li gel bendewariyên danûstandinan ên gelek caran heta niha nehatiye çareserkirin.
Eger mesele bi rengekî demokratîk çareser bibe, wê di rêveçûna dewletê de jî hin guhertinan bike.
Fabian Molina: Aştiyeke mayinde divê li ser demokrasiyê bê avakirin
Bi dewamî Fabian Molina destnîşan kir ku li pêşberî banga Rêber Apo wezîfeya civaka sivîl a li Tirkiyeyê û civaka navneteweyî heye ew jî :
Ku hikumeta Tirkiyeyê teşwîq bikin ku pirsgirêkan bi rengekî ayinde, adil, aştiyane çaerser bike.
Aştiyeke mayinde divê li ser bingeha hurmeta li edalet, demokrasî û cihêrengiyê bê avakirin.
Herî dawî jî Fabian Molina diyar kir ku biryara Yekîtiya Ewropayê ya hiştina PKK’ê di lîsteya ‘terorê’ de bê wate ye û xizmetê ji vê biryarê re nake.



