Desthilata Şamê ji roja ku hatiye ragihandin heta niha mijara rexne û şermezarkirinê ye.
Civaknas û lêkolîner Meys Kirêdî rewşa Sûriyê ya heyî nirxand û got:
Rewşa Sûriyê ber bi veguhertinên metirsîdar ve diçe.
Desthilata Şamê di destê Tirkiyê de bûye amûr ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê.
Ji bo misogerkirina pêşeroja Sûriyê, divê biryara Neteweyên Yekbûyî 2254 pêk were.
Bertek û nerazîbûnên li dijî deshilata Şamê hêjî berdewam dikin.
Bi hatina vê desthilata cîhadîst û terorîst re pêşeroja Sûriyê nediyar e ku ber bi ku ve diçe.
Civaknas û lêkolîner Meys Kirêdî derbarê rewşa Sûriyê ya heyî de nirxandin kir.
Meys Kirêdî rewşa Sûriyê bi du faktorên bingehîn ve girê dide;
Yekem; di nava vê desthilatê de rêxistinên wek terorîst tên binavkirin ku bi wê re hatine û beşeka avaniya wê ne, hene.
Meys Kirêdî di vê derbarê wiha got:
Tevî îdiayên ku van rêxistinan şekl û gotinên xwe guhertine jî lê “dîroka wan a îdeolojîk, pratîka wan û ramana wan bi zelalî nîşan dide ku projeya wan a bingehîn avakirina xîlafeta îslamî ye.”
Ji ber dîroka vê desthilatê ya dirêj a tund û tûjiyê û dûrxistinê, gumanên cidî derbarê niyetên wê de derdikevin holê.
Gelo ka ew dikare serkêşiya birêvebirina qonaxeke derbasbûnê bike? Eger bibe jî demeke dirêj jê re divê.
“Kirinên deshilata şamê niyetên wê yên xirab nîşan dide”
Lêkolîner Meys Kirêdî faktora duyem a vê desthilatê bi têkiliyên nêzîk ên vê desthilatê bi îstixbarata Tirkiyê re girê dide û di wê derbarê de wiha anî ziman:
“Desthilata niha ya Şamê “tenê li gorî fermanên Enqereyê tevdigere û asta têkiliyan jî nayê înkarkirin.
Em niha pêşberî desthilatekê ne ku hem tundrew e û hem jî dilsoziya bi hêzeke derve re (dewleta Tirk) heye.
“Tirkiyê desthilata Şamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne”
Ev desthilata di destê istixbarata Tirkiyê de bûye amûrek ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê.”
Civaknas û lêkolîner Meys Kirêdî dawiya nirxandinên xwe de qala çareseriyan dike û dibêje:
“Ji bo misogerkirina proseyeke veguhestina siyasî di bin çavdêriya navdewletî de, bi beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûrî, divê biryara konseya ewlehiyê ya 2254 pêk were.
Li kêleka çavdêriya navneteweyî, komîteyên lêkolîna rastiyan jî hebin, bi taybetî lêkolîna têkildarî tawanên li deverên peravê û Siwêdayê li dijî civakên Elewî û Durzî hatine kirin û her wiha komkujiyên din.
Her wiha ji bo amadekirina destûreke nû ya ku beşdariya hemû aliyan garantî dike, pêwîstî bi piştevaniyeke navneteweyî ya rasteqîn heye.



