Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî, RafaelGrossi rewşa dawî ya tesîsên nukleerî yên li Îranê parve kir.
Rafael Grossi, hişyarî da ku zêdebûna rageşiya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Îranê de xeteriya rijandina radyasyonê heye.
Grossi diyar kir ku ji êrîşa 13’ê Hezîranê ve, dema ku beşa jorîn a erdê hate hilweşandin, ti zirara zêde negihîştiye Tesîsa Dewlemendkirina Sotemeniyê ya Natanzê û ti nîşanek tune ku beşa bin erdê rastî êrîşa fîzîkî hatiye.
Grossi anî ziman ku asta radyoaktîvîteyê li derveyî Tesîsa Nukleerî ya Natanzê neguheriye û ji ber vê yekê ev bûyer bandorên radyolojîk li ser mirovan an jîngehê nake.
Her wiha Rafaek Grossi bal kişand ser wê rastiyê ku di hundirê Tesîsa Nukleerî ya Natanzê de hem qirêjiya radyolojîk û hem jî kîmyewî heye.
Hişyarî da ku îhtîmalek heye ku materyalên nukleerî di nav tesîsê de belav bûne û tîrêjên ji perçeyên alfa xeterek girîng çêdikin ger uranyûm were kişandin an jî were daqurtandin.
Grossi, ragihand ku çar avahiyên krîtîk li qada nukleerî ya Îsfahanê zirar dîtine lê asta radyasyonê li derveyî tesîsê neguheriye



