Serokkomarê Tirkiyê Erdogan careke din ji bo Sûriyê zimanekî çewt û êrişkar bi kar anî.
Piştî ji Amerîkayê vegeriya careke din bêyî na lê bike got ku “cihê rêxistinên terorîst di siberoja Sûriyê de tune ye û gerek derkevin.
Erdogan di rêya vegera ji Amerîkayê eşkere kir ku wan behsa Sûriyê kiriye û got ku gerek Civaka Navdewletî gavan bavêje da ku aramî û aştî bêyî rêxistinên terorîst pêk were.
Duh Serokê Amerîkayê Trump got ku bûyerên li Sûriyê serketina Erdogan û wî destê xwe daniye ser wî welatî.
Her wekî idia kir ku Erdogan jê xwestiye ku cezayayan ji ser Sûriyê bi dawî bike û got ku ew texmîn dikin wê agahiyeke girîng derheqê Sûriyê de ragihînin.
http://doc.afp.com/76RC7WE



