Serokkomarê TirkiyêErdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk peyam dan.
Erdogan diyar kir ku her ew dixwazin xwe nêzî armanca xwe bikin, lê kesên xêrnexwaz zêde dibin.
Erdogan dibêje ku ew ê nekevin nava ti xefik û dehfikên wan.
Erdogan got ew bi sebir, samîmî û xwînsar ber bi hedefê ve dimeşin.
Her wiha destnîşan kir ku her ew nêzî armancê bibin wê operasyonên beşên ku çareseriya meseleyê naxwazin zêde bibin û ew di ferqa vê yekê de ne.
Erdogan idia ku êdî ew naxwazin dayik bigirîn; hewayeke ku aştî, xwişk-biratî, ewlekarî serwer bibe.



