Berdevkê Berê yê Koalîsyona Navneteweyî Myles Caggins derheqê serdana Ehmed El-Şeri bo Amerîkayê nivîsek belav kir û got ku divê Washington rastiya ku Hêzên Sûriya Demokratîk a bi pêşengtiya Kurdan hevkarên herî dilsoz ên Amerîkayê ne, ji bîr neke.
Myles Caggins destnîşan kir ku derfetek li pêş Amerîkayê heye ku pireke pêwendiyê di navbera Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz û Rêveberiya Xweser de ava bike.
Berdevkê berê yê Koalîsyonê got ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dilsoziya xwe bi Amerîkayê re nîşan da.
Caggins diyar dike ku komkirina Şam û Rêveberiya Xweser dê bihêle kompaniyên amerîkayî rasterast vebihirhênanê bikin û berhema xwe ji Çîn û Rûsyayê zêdetir bike.
Her wiha got jî ku entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk dê bihêle xurtir bibe û berjwendiyên Amerîkayê pêk werin û xiristiyan werin parastin.



