Meclîsa Bilind a Îslamî ya Elewî li Sûriyê û derveyî welêt êrişa ku li çola Sûriyê li dijî leşkerên Amerîkî pêk hat şermezar kir.
Meclîsa Bilind a Îslamî ya Elewîyan li Sûriyê û derveyî welêt derbarê êrişê de daxuyaniyek weşand û got:
Em êrişa “terorîstî” ya ku li çola Sûriyê li dijî leşkerên Amerîkî pêk hat û di encamê de 2 leşker û sivîlek hatin kuştin, şermezar kir.
Meclisê destnîşan kir ku ev bûyer nîşan dide ku hin endamên Hêzên Ewlekariyê yên hikûmeta veguhêz rasterast bi DAIŞ’ê ve girêdayî ne û wiha bi lêv kir:
Ev yek dihêle ku ew ne pêkhatî ne ku şerê “terorîzmê” bikin, lê jîngeheke guncaw in ji bo DAIŞ`ê.
Meclîsê bang li civaka navneteweyî kir ku naskirina hikûmeta veguhêz ji nû ve binirxîne,
Her wiha hişyarî da li ser xetera belavbûna “terorîzmê” di nav avahiya ewlehî û siyasî ya heyî de û teqez kir ku pêdivî bi tedbîrên lezgîn heye da ku Sûriyeyê ji bandorên vê rewşê were parastin.



