Meclisa Sûriya Demokratîk bi tundî êrişên ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir.
Meclisê diyar kir ku di vê qonaxa heyî de hewcedarî bi aqilmendî û xweragirtinê ya herî zêde heye.
MSD’ê da zanîn ku ew bi fikareke mezin topbarana hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz, dişopînin û got:
“Ev êriş li dijî pêdiviyên aramî û aştiya navxweyî ye.
Ev kiryar binpêkirinek eşkere ya peymanên heyî ne.
Bi taybetî peymana 1`ê Nîsanê ya derbarê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de.”
MSD’ê destnîşan kir ku binpêkirina van lihevkirinan bandorek neyînî li ser hemû hewldanên ji bo aramiyê dike.
MSD`ê banga bicîhanîn peymana 10`ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û QSD’ê de hatiye îmzekirin kir.



