Li Îranê ji despêka Sibatê ve, bêtirî 300 girtî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
Ev jî tê wateya ku di nava van 16 rojan de, her roj nêzî 19 kes hatine darvekirin.
Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di hefteya 108’an de didome.
Kampanyayê têkildarî rewşa xwepêşander û nerazîbûnan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji serê meha Sibatê ve zêdetirî 300 girtî ku sê ji wan jin in, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi hezaran kesên di girtîgehên rejîma Îranê de ne, di bin zextek tûnd, êşkence û metirsiya darvekirinê de ne.
Her wiha bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û saziyên navdewletî dike ku bi awayek bilez ji bo rizgarkirina kesên girtîne bikevin nava hewldanan.



