Li Dêra Zorê Hikûmeta Demkî biryarek daye ku nabe parzûngehên petrolê bixebitin.
Lewra, vê gavê nerazîbûneke mezin li Dêra Zorê rû daye û xelk daketine qadan.
Xelkê Zîban a li rojhilatê Dêra Zorê nerazîbûnên xwe berdewam dikin.
Bi dehan xwediyên parzûngeh û kesên lê dixebitin xwepêşandaneke nerazîbûnê li dijî biryara Hikûmeta Demkî li dar xist.
Xelkê agir bi tekeran xist û rê li ber çûnûhatinê girtin.
Bi gotina xelkê wê deverê, ev parzûngeh çavkaniya jiyana wan e û ji ber nebûna kar, dê rewşa wan xerab bibe.
Duh jî hat dîtin ku dewriyeke Emin El-Am derket bû û parûzngehên petrolê radikirin û hin ji wan jî diteqandin.



