Li Meclîsa Federal a Elman îro bi sernavê “Perspektîf û firsendên rojane yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn” konferansek tê lidarxistin.
Konferans saet 10:00 dest pê kir û heta êvarê wê bidome.
Tevî gelek siyasetmedar û pisporên ji Tirkiye û Kurdistanê, gelek kes ji Elmanyayê beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi semînera “Sedem û piştperdeya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn” ji aliyê dîroknas Îsmaîl Kupelî ve dest pê kir.
Her wiha wê panêlek li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî û ne qebûlkirina Rêjîma Esed ji vê rêveberiyê re were lidarxistin.
Panêl ji aliyê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û nivîskar Anîta Starosta were birêvebirin.