Serokê DYA Trump got, dibe ku heta dawiya hefteyê lihevkirinek li gel Îranê pêk were.
Aliyê Tehranê jî diyar kir ku danûstandin dewam dikin lê pêşveçûnek berbiçav çênebûye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, diyar kir ku danûstandin bi awayekî erênî pêşve diçin, lê anî ziman ku dema peymanê ne diyar e.
Trump got,
“Dibe ku çêbibe an nebe. Ger çêbibe, dibe ku vê dawiya hefteyê be.”
Her wiha îdia kir ku peymanek potansiyel dê garantî bike ku Îran çekên nukleerî pêş naxe.
Wî zêde kir ku Tengava Hurmuzê dikare piştî peymanek bi tevahî ji nûve were vekirin.
Danûstandinên DYA û Îran: Peywendî heye lê alî ji lihevkirinê dûr in
Lêbelê, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî diyar kir ku danûstandin heye lê ti pêşveçûnek berbiçav çênebûye.
Araqçî anî ziman ku divê mafên Îranê werin misogerkirin, êrîşên li Libnanê bi dawî bibin û aloziyên li herêmî kêm bibin.
Wî her wiha got, eger êrişên li ser Beyrûtê dewam bikin, Îran amade ye ku bersivê bide.
Di vê navberê de, biryarek nû ya ku ji hêla Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ve hatî pejirandin Trump tengav kiriye.
Li gorî biyarê di mijara Îranê de hêza Trump tê sînordarkirin.



