Nerazîbûnên li hemberî rewşa aborî û buhabûna sotemeniyê li Sûriyê dewam dikin.
Xebatkarên dezgeha avê li gundewarê Dêra Zorê dibêjin ku paşguhkirina xizmetê û nebûna mûçeyan ziyaneke mezin li wan û karê wan kiriye.
Karmendan diyar kirin di dema Rêveberiya Xweser de wan meh bi meh mûçeyê xwe digirtin û rastî vê paşguhkirinê nehatin.
Bi gotina wan paşguhkinrina karmendan û stasyonê dê bibe serdema qutkirina ava vexwarinê li ser sedhezaran kesî.
Her wekî karkeran hişyarî da ku eger ev kiryar dewam bikin û neyên çareserkirin dê sektora avê bi pirsgirêkên zêdetir re rû bi rû bimîne.
“BI SERWERIYA HIKÛMETA DEMKÎ HER TIŞT BUHA BÛYE”
Ev kes jî ji Şedadê ye û nerazîbûna xwe li hemberî buhabûna sotemeniyê tîne ziman.
Ew dibêje ku wan digot qey dema hikûmeta heyî bibe serwer dê ji hêla aborî ve rihet bibin, lê tişta çêdibe berovajî ye.



