Wezareta Enerjiyê lîsteya nû ya buhayên benzîn, mazot û cereyên gazê diyar kir.
Li gorî lîsteyê buha hatiye kêmkirin.
Wezîrê Enerjiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyê pêşniyarên komîteya daîmî ya diyarkirina buhayên petrolê û çavkaniyên madenî ya der barê kêmkirin buhayên sotemeniyê û
Bikaranîna lîreya Sûriyê li şûna dolarê de pejirand.
Li gorî lîsteya nû ya buhayan; buhayê lîtreyek benzîna oktana 95 niha bûye 130 lîreyên Sûrî.
Buhayê lîtreya benzîna oktana 90 bûye 125 hezar lîreyên Sûrî.
Her wiha buhayê lîtreya mazotê bi rêjeya ji sedî 14.37 daket û bû hezar û 700 lîreyên Sûrî.
Buhayê cereya gazê jî ji sedî bi rêjeya 15.49 daket û bû 150 hezar lîreyên Sûrî.
Buhayê cereya gazê ya pîşesaziyê jî bû 24 hezar lîreyên Sûrî.
Wezaretê diyar kir ku ev biryar “Di çarçoveya lênerîna asayî ya buhayên petrolê û pêşniyarên komîteya damî ye.
Her wiha li gorî guhertinên aborî de hate dayîn, ku kairbe istiqrara sûkê xurt bike û mîsogeriya daîmî ya petrolê peyda bike, di heman demê de xizmeta welatiyan û aboriya nîştimanî bike.”
Beriya derxistina vê biryarê kirîn û firotina sotemenî û gazê bi dolar bû.



