Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang kir, ku ji ber vîrûsa Coronayê, divê Newroz bi rê û rêbazên afirîner were pîrozkirin.
Di daxuyaniya KCDK-E’ de hate gotin, “Ji ber pîrozbahiyên girseyî wê bandoreke neyînî li tenduristiya mirovan bike, wê bi kom û çalakiyên cuda yên ku ziyanê nade tenduristiya mirovan, were pîrozkirin.
KCDK-E’yê diyar kir, ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Corona, Newroz divê bi rê û rêbazên cuda yên afirîner li her deverê bê pîrozkirin.
TJK-E, bi peyamekê Newroz pîroz kir
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E’yê jî bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û diyar kir, “Newroz ji nû ve vejîn e, berxwedan û serînetewandina li ber zilmê ye.
Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku Newroza 2020’an wê biryardariya wan a ji bo mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê xurttir bike.