Ji ber vîrûsa Corona metrisî di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk de heye

Navenda belgekirina binpêkirinê li bakurê Sûriyê ji ber metrisiya belavbûna vîrûs Corona, daxwaz ji Xace Sor ya navdewletî kir ku rewşa girtiyên li girtîgehên çeteyên dewleta Tirk li bakurê Sûriyê bişopînin.

 

Di nameya ku ji serokê komîteya navdewletî ya Xace Sor Peter Maurer hatiye şandin de wiha tê gotin:

Ji ber girtiyên di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk de rastî binpêkirinan tên, metirsî heye ku vîrûsa Corona li girtîgehan belav bibe.

Navndê daxwaz ji Xace Sor kir ku serdan girtîgehan bikin û rewşa wan bişopînin.

Her wiha bi riya NY zext li Dewlet Tirk bê kirin, daku çavdêriyên tendurstî ji girtiyan re dabîn bike.

Çeteyên dewleta Tirk sivîlek ji Efrînê revand

Ev yek di wextekî de tê ku revandina sivîlan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve dewam dike.

Herî dawî jî çeteyan şêniyê bi navê Mezlum Ehmed Reşîd yê ji gundê Eyn Hecer yê mezin yê Efrînê renvand.

Back to top button